• Saturday, 06 July 2024
logo

Alîn bi 5 zimanan stranan dibêje

Gulan Media January 10, 2017 Hunerî
Alîn bi 5 zimanan stranan dibêje
Stranbêja ji Rojavayê Kurdistanê Alîn, albûmeke nû belav dike ku di albûmê de bi 5 zimanan stranan dibêje, stranekê jî li ser serokê Îmaratê yê koçkirî Şêx Zaydî distirê.

Derbarê vê yekê de Alînê ji Rûdawê re got; “Albûma min a nû amade ye, ku ji 10 trakan pêk tê û bi zimanên kurdî, erebî, almanî, rûsî û siryanî min ev stran xwendine.”

Alîn diyar kir, ku ji bo gelên din jî bi huner û çanda kurdî agahdar bin wê bi zimanên cuda stran gotine û ragihand; “Niha beşekê mezin ê albûmê temam bûye û dê demeke nêzîk de bê belavkirin.”

Stranbêja ciwan got; “Çend hevalên min ên îmaratî hene, ji min xwestin ku stranekê li ser Şêx Zayd jî bêjim. Awaz û gotinên stranê li ber destê min e û ez ê di demekê nêzîk de vê stranê jî tomar bikim.”

Rudaw
Top