• Saturday, 06 July 2024
logo

Ayaz Arzen ji bo Şirnexê dibêje

Gulan Media January 4, 2017 Hunerî
Ayaz Arzen ji bo Şirnexê dibêje
Hunermendê ji Bakûrê Kurdistanê Ayaz Arzen li ser wêranbûna Şirnex û navçeyên din ên Bakûrê Kurdistanê stranekê dibêje, herwiha amadekariya derxistina albûmekê dike.

Hunermend Ayaz Arzen derbarê kar û çalakiyên xwe de ji Rûdawê re got; “Weke erkekî nîştîmanî min stranek li ser wêranbîuna Şirnex û bajarên din gotiye. Di wê stranê de ez dibêjim êdî bes e bila wêranî û kawilbûna cîh û warên me nemîne, niha dema aştî û bi hevre jiyanê ye.”

Arzen behsa albûma xwe ya nû jî kir û ragihand; “Niha albûmek li ber destê min e. Piraniya karên wê temam bûne. Di demekê nêzîk de dê amade bibe û bê belavkirin. Stranên albûmê zêdetir evîndarî û sozdarî ne.”

Ayaz Arzen di sala 1982ê de li bajarê Wanê ji dayik bûye. Xwediyê albûmeke stranan û bi dehan sîngil û klîban e. Niha li Stenbolê dimîne û di televîzyoneke kurdî de pêşkeşkariya bernemeyekê hunerî dike.

Rudaw
Top