• Saturday, 06 July 2024
logo

Kejê bi şirketeke telefonan re girebest îmze kir

Gulan Media December 22, 2016 Hunerî
Kejê bi şirketeke telefonan re girebest îmze kir
Stranbêja kurd Kejê Hawta Esed bi şirketekê ya telefonan re ji bo reklamê rêkeftinek îmze kir.

Dîmenên reklamê li bajarê Silêmaniyê di otelekê de hatin tomarkirin û reklam dê rojên pêş de were belavkirin.

Kejê Hawta Esed ji Rûdawê re wiha got: “Min ji bo xebatên xwe yên hunerî pêşniyara reklamê qebûl kir. Pêşniyarên ji niha şûn de bêne jî ezê binerxinim.”

Kejê got ew naxwaze çi qas pere ji reklamê wergirtiye û wiha domand: “Ez dikarim bi pereyê min standî xebatên xwe yên hunerî 2 salan bidomînim.”

Rudaw
Top