• Sunday, 28 July 2024
logo

Renvîr Sîn ji kurdan re peyamekê dişîne

Gulan Media December 14, 2016 Hunerî
Renvîr Sîn ji kurdan re peyamekê dişîne
Aktorê bi navûdeng ê Bollîwodê Ranveer Singh, ku gelek fîlmên wê bi kurdî hatine wergerandin, ji bo nîmayîşkirina fîlma bi navê Bîfkirêt, ligel stêrka Bollîwodê Vanî Kapûr beşdarî 13emîn Festîvala Nevdewletî ya Fîlman a Dubeyê bû.

Di medyayê de bi berdewamî nûçeyên derbarê evîna di navbera Ranver Singh û stêrka Bollîwodê Depêka Badkonê de tên belavkirin. Lê Singh ji Rûdawê re got; “Ez bi dizîka nazewicim. Ev nûçe jî ne rast in.”

Ranveer Singh ev yek ne veşart ku di navbera wî û Depêkayê de pêwendiyeke bi evînî heye lê wan biryar nedane bibin malbatek û got; “Divê mirov li ser vê miarê pir bifikire.”

Ranveer Singh ji peyamnêrê Rûdawê re got; “Bira tu rojnamevanî. Here ji gelê welatê xwe re bêje bila temaşeyê fîlma Bîfkirêt bikin. Pir taybet e.”

Rudaw
Top