• Saturday, 06 July 2024
logo

Nivîskar û helbestvanê kurd ê li Ermenistanê Elîxanê Memê wefat kir

Gulan Media December 12, 2016 Hunerî
Nivîskar û helbestvanê kurd ê li Ermenistanê Elîxanê Memê wefat kir
Serokê Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê -Tayê Kurdî, rojnamevan û helbestvanê navdarê kurd Elîxanê Memê di temenê 68 saliyê de li Yêrîvanê wefat kir.

Li gorî agahiyan, îro duşemî 12ê Kanûna 2016ê, nivîskar, rojnamevan û helbestvanê navdarê kurd li Ermenistanê, Elîxanê Mamê li Nexweşxaneya Hanrapêtakanê ya li paytexta Emensitanê bajarê Yêrevanê koça dawî kir.

Elîxanê Memê di temenê 68 saliya xwe de wefat kir.

Elîxanê Memê kî ye?

Elixanê Memê di sala 1948a de li Ermenistanê ji dayik bibû.

Di sala 1973 a de li Zanîngeha Yêrîvanê beşa rojnamegerî xwandibû. Di heyama xebata xwe ya rojnamevanî de, Elîxanê Memê li gelek rojname û kovarên cuda cuda de kar kiribû.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Elîxanê Memê heya niha 8 pirtûkên helbest û destanan bi zimanê Kurdî û ermenî nivîsandiye û hatine weşandin.

Pirtûkên bi navê ‘Kênas Sov’ (Behra Jiyînê) di sala 1983’an de, ‘Kar’ (Kevir) di sala 1987 de, ‘Sihra Hesretê’ bi Kurdî di sala 1989’an de, ‘Arêvî Yêrkîr’ (Welatê Rojê) di sala 2004’an de, ‘Ax û Nan’ di sala 2004’an de, ‘Zagrosî Luyîsêrî’ (Îşikê Zagrosê) di sala 2006’an de, ‘Nuranî’ di sala 2010’an de hatine weşandin.

Rudaw
Top