• Friday, 03 May 2024
logo

Di çavdêriya Mesrûr Barzanî de 3 projeyên elektrîkê li Soran tên cîhbicîh kirin

Gulan Media January 9, 2022 Nûçe
Di çavdêriya Mesrûr Barzanî de 3 projeyên elektrîkê li Soran tên cîhbicîh kirin

Di çavdêriya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê de 3 projeyên elektrîkê li îdareya serbixwe ya Soranê tên cîhbicîh kirin û 7 milyon dolar pare ji bo wê tê cuda kirin.

Îro 09.01.2022yê wezareta elektrîkê daxuyaniyek di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir û ragehand, sibe di çavdêriya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, bi merasîmekî 3 projeyên giring ên elektrîkê ku 7 milyon dolar ji bo wê hatiye cuda kirin, li Soran tê dest bi kar dike û proje jî waha ne:

-Guhertina xetên têlên fişara wê zêde ya di navbera rawesteka Şeqlawa – Xelîfanê, bi dirêjeyiya 37 kîlometreyan

-Rakêşana xetekî nû ya 132 KV li Xelîfan – rawesteka Soran bi dirêjayiya 16 kîlometreyan

-Berfireh kirina rawesteka Soran bo du xetan.

Top