• Saturday, 06 July 2024
logo

Malbata Heval Îbrahim zextên zewacê li wî dike

Gulan Media December 7, 2016 Hunerî
Malbata Heval Îbrahim zextên zewacê li wî dike
Stranbêjê ji Başûrê Kurdistanê Heval Îbrahim got, malbata wî ji bo zewacê zextan li wî dike.

Hunermendê kurd Heval Îbrahim ji Rûdawê re diyar kir ku ew niha mûjilê straneke nû dibe.

Heval Îbraihim got, piştî bernameya sersalê ew dê ji bo strana xwe ya nû klîbekê amade bike û wiha domand:

“Strana min a nû bi zarava soranî ye. Ez dixwazim straneke xweş pêşkêşî hezkerên xwe bikim.”

Derbarê jiyana xwe ya taybetî de jî wî got: “Malbata min bi awayekê cidî zextan li ser min dike da ku ez bizewicim. Dayîka min dibêje, tu dereng mayî. Ez jî difikirim lê ev hinekê qismet e. Xwedê kengî hez bike dê wê demê pêk were.”

Rudaw
Top