• Saturday, 06 July 2024
logo

Şaciwana Kurd: Ez gelek poşman im!

Gulan Media December 4, 2016 Hunerî
Şaciwana Kurd: Ez gelek poşman im!
Şaciwana Iraqê Şeyma Qasim (20) got ku ew poşman e weke “Şaciwana Iraqê” hatiye hilbijartin.


Şaciwana kurda Kerkûkê Şeyma Qasim diyar kir ku hikûmeta Iraqê heta niha ti alîkariya wê nekiriye û got, “Min ji neçarî xaniyê xwe yê 120 hezar dolarî firot.”

Şeyma Qasim anî ziman ku ew dixwaze beşdarî pêşbirka şaciwaniyê ya li Filipînê bibe.

Şaciwana kurd Şeyman Qasim pirsên Rûdawê bersivandin.

Tu par wekî şaciwaniya Iraqê hatî destnîşankirin. Heta niha te çi çalakî kirine?

Piştî ku ez wekî Şaciwana Iraqê hatim destnîşankirin, min xwest ku ez alîkariya koçber û zarokên bi nexweşiya pençeşêrê ketine bikim. Min bi derfetên xwe her meh alîkariya kelûpelên xwarin û vexwarinê da koçberan. Herwiha min alîkariya zarokên bi nexweşiya pençeşêrê ketine kir.

Hikûmeta Iraqê, kesên rayedar an jî hinek kompanya di vê mijarê de piştevaniya te dikin?

Na, nakin. Lê ev erka min e. Ji ber vê yekê min xaniyê xwe yê li Kerkûkê 120 hezar dolarî firot. Ez neçar bûm bifiroşim. Min ji wî pere nêzîkî 40 hezar dolar ji bo projeya xwe bikar anî. Dema ez hêj nebibûm şaciwan, min bi komele û saziyên sivîl re kar dikir. Min dizanî xelk di rewşekê çawa de dijîn.

Rayedar dizanin, te çima xaniyê xwe firotiye?

Na, nizanin.

Te got, tu ji bilî koçberan alîkariya zarokên nexweş jî dikî. Çima alîkariyên te di medyayê de derneketin?

Mine ew alîkarî û çalakî ne ji bo reklaman, min ji bo Xwedê kirin. Ez naxwazim bi êşa mirovan reklamên xwe bikim. Min dikarî bi pereyê xaniyê li Kerkûkê firotî, yekê din li Bexdayê bikirre. Ez niha li Bexdayê kirêdar im. Ji ber êrişên li Kerkûkê ez neçar bûm ji bajêr derbikevim.

Tu ji hikûmeta Iraqê meaş werdigrî??

Na, nastînim. Tenê Wezareta Kulturê ya Iraqê ez wekî “Şaciwana Iraqê” da nasandin. Heta niha ev qencî tenê li min kirine.

Der heqê vê mijarê de te daxwazek ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê kiriye?

Ez tenê çûme Silêmaniyê. Karsazekî, ji bo ku ez beşdarî pêşbirka şaciwaniyê bibim alîkariya madî da min. Çend kompanya jî soza alîkariyê dabûn min, lê yekê jî ti alîkarî neda.

Tê gotin îsal dîsa dê pêşbirka Şaciwaniya Iraqê were pêkanîn…

Er e, rast e dê di meha Adara 2017an de were pêkanîn.

Tu ji bo şaciwana nû were destnîşankirin çi pêşniyar dikî?

Karê şaciwana nû were diyarkirin gellek zehmet e. Ez hêvî dikim ku pirsgirekên ez rûbirû hatime ew neyê. Ez dixwazim hikûmeta Bexdayê girîngiyê pê şaciwana nû were hilbijartin bide. Çimkî xizmeta welatê xwe dike, herwiha ez jî amademe alîkariya wê bikim.

Tu dixwazî beşdarî Pêşbirka Şaciwaniya Cîhanî bibî yan jî fikir dikî?

Sala pêş me li Filipînê pêşbirek heye. Ez zêde dixwazim herim wê derê û beşdarî pêşbirka şaciwaniyê bibim.

Dema te tac vegerand tu dixwazî li ku derê bijî?

Ezê li Bexdayê bimînim, çimkî ez niha li vê derê bernameyeke televîzyonê pêşkêş dikim.

Tu poşmanî ku wekî şaciwana Iraqê hatî destnîşankirin?

Erê, ez bi gellekî poşmanim ku weke şaciwan hatime hilbijartin. Çimkî ti kesî alîkariya min nekir. Ez nizanim ez niha şaciwanim.

Rudaw
Top