• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermenda Rojhilatî dahata konserta xwe dide malbatên şehîdên riya Kurdistanê

Gulan Media December 1, 2016 Hunerî
Hunermenda Rojhilatî dahata konserta xwe dide malbatên şehîdên riya Kurdistanê
Hunermenda stranbêj a ji Rojhilatê Kurdistanê Şehîn Talebanî konsertekê li Başûrê Kurdistanê saz dike û dahata wê konsertê jî dibexşe malbata şehîhên riya Kurdistanê.

Şehîn Talebanî ku hunermendeke Rojhilatê Kurdistanê ye, dê li bajarê Kelar ê Başûrê Kurdistanê konserteke mûzîkê saz bike.

Seroreştê konsertê, Renc Kawe Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ev konserta Şehîn Talebanî weke erekeke niştîmanî ye û bo piştgiriya pêşmerge û malbata şehîd û birîndaran e.”

Renc Kawe Mihemed herwiha got, konsert rê roja 6ê mehda 12 a îsal li salona merasîman a Kelarê were lidarxistin.

Serpireştê konserta Şehîn Talebanî tekez kir: “Ji niha ve bilêtên (tîketên) vê konsertê li cihên giştî yên Kelarê bi 10 hezar dînarên iraqî tên firotin û dahata wê jî ji malbatên şehîd û birîndaran re tê veqetandin.”

Herwiha biryar e êvariya roja şemî 3ê meha 12 a îsal Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê bi hevkariya koma mûzîk a Suhrewerd, konserteke mûzîk û stranbêjiyê bo hunermend Şehîn Talebanî saz bike, ku ew konsert jî dê li salona Huner a Silêmaniyê birêve biçe.

Dê di wê konsertê de 12 stran ji aliyê Şehîn Talebanî ve bihên pêşkêşkirin.

Rudaw
Top