• Sunday, 28 July 2024
logo

Deşnê Murad 2 klîban belav dike

Gulan Media November 28, 2016 Hunerî
Deşnê Murad 2 klîban belav dike
Hunermenda stranbêj a Başûrê Kurdistanê Deşnê Murad di defteya bê de du klîban yek bi kurdî û yek bi îngilîzî belav dike.

Stranbêja kurd Deşnê Murad piştî sê salan bêdengiya xwe xira dike. Murad li Hollandeyê dijî lê niha li Başûrê Kurdistanê ye.

Deşnê Murad ji Rûdawê re wiha got: “Di demekê nêzîk de ez dê 2 stranan belav bikim. Navê strana kurdî Azadî ye û ya din jî bi îngilîzî ye.”

Di strana kurdî de Deşnê behsa jiyana xwe dike.

Herdu stran li paytexta Birîtanyayê bajarê Londonê hatine tomarkirin û gotin û awaz ji aliyê Deşnê Murad ve hatiye amadekirin.

Rudaw
Top