Deşnê Murad 2 klîban belav dike
![Deşnê Murad 2 klîban belav dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/264336Image1.jpg )
Stranbêja kurd Deşnê Murad piştî sê salan bêdengiya xwe xira dike. Murad li Hollandeyê dijî lê niha li Başûrê Kurdistanê ye.
Deşnê Murad ji Rûdawê re wiha got: “Di demekê nêzîk de ez dê 2 stranan belav bikim. Navê strana kurdî Azadî ye û ya din jî bi îngilîzî ye.”
Di strana kurdî de Deşnê behsa jiyana xwe dike.
Herdu stran li paytexta Birîtanyayê bajarê Londonê hatine tomarkirin û gotin û awaz ji aliyê Deşnê Murad ve hatiye amadekirin.
Rudaw