• Saturday, 06 July 2024
logo

Li Almanya, mezintirîn ferhenga kurdî-erebî derket

Gulan Media November 26, 2016 Hunerî
Li Almanya, mezintirîn ferhenga kurdî-erebî derket
Bi zêdetirî 65 hezar peyvên li ser 680 rûpelan, li Almanyayê mezintirîn ferhenga kurdî-erebî hat çapkirin. Ferhenga ku ji aliyê rewşenbîr û nivîskarê kurd Bavê Hozan (Bîlal Hesen) ve hatiye amadekirin, xebata bêtirî 40 salan e.

Xebatên nivîsandina ferhenga erebî-kurdî jî ber bi qedandinê ve diçin û ew jî wê ne kêmtirî ferhenga kurdî-erebî be.

Nivîskarê ferhenga kurdî-erebî Bavê Hozan ji BasNewsê re diyar kir ku ewê ferhenga erebî-kurdî jî di Newroza 2017ê de çap bike.

Ji bilî karê ferhengan, rewşenbîrê kurd Bavê Hozan gellek dema xwe daye berhevkirina gotinên pêşiyên Kurdan jî. 2014ê pirtûka wî ya bi navê “Pîr û Pendî“ derket, ku li ser 800 rûpelan bêhtirî 20 hezar gotinên pêşiyên Kurdan hatine berhevkirin.

Ji bilî van berheman, du pirtûkên din yên Bavê Hozan hatine çapkirin; “Pend û Şîrek“ û “Pîr û Pend“.

Bavê Hozan yê ku di sala 1933yê de li gundê Xulalka yê Efrîna Çiyayê Kurmênc ji dayîk bûye, niha 83 salî ye û li gundekî biçûk yê nêzîkî paytexta berê ya Almanya Bonnê dijî.

Basnews
Top