Zara dibe mêvana swêdiyan
![Zara dibe mêvana swêdiyan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/263190Image1.jpg )
Zara ji Rûdawê re ragihand, “Em ji aliyê şaredariya Stokholmê ve hatine vexwendin da ku di festîvalê de çend stranên kurdî pêşkeş bikin. Ji Îranê tenê ez û keçên Tahranê em beşdarî festîvalê dibin. Ji welatên din jî kom û stranbêjên jin hatine vexwendin.”
Zara da zanîn dê roja 25ê Mijdarê ki Hola Kista Kyirka ya Stokholmê konserekî saz bike û diyar kir, ku dê bi hevkariya jenyarên zîrek ên grûba Wefa ya Mahabadê di konserê de 10 stranên kurdî pêşkeş bikin.
Zara niha albûmeke srtanan amade kiriye ku ji 9 stranan pêk tê.
Rudaw