• Saturday, 06 July 2024
logo

Fîlma kurdî ya “Warê Mêrûstanan” li Hindistanê hat xelatkirin

Gulan Media November 21, 2016 Hunerî
Fîlma kurdî ya “Warê Mêrûstanan” li Hindistanê hat xelatkirin
Fîlmeke kurdî li Hindistanê hat xelatkirin û xelata wê jî pêşkêşî Pêşmerge hat kirin.

Lîstikvanê sînemayê Hawkar Henareyî ji BasNewsê re got, fîlma kurdî ya bi navê “Warê Mêrûstanan” li Hindistanê hat xelatkirin.


Hawkar Henareyî her wiha got, fîlma kurdî ya “Warê Mêrûstanan”, ku ji aliyê derhênerê kurd Ednan Osman ve hatiye çêkirin, di festîvala fîlman a Hindistanê de xelata qedirzaniyê wergirt.

Wî lîstikanê sînemayê, ku di wê fîlma kurdî de lîstiye, da zanîn ku piştî wergirtina xelatê, stafa fîlmê xelat pêşkêşî Pêşmerge kirin û bi vî rengî spasiya mêrxasiyên Pêşmerge di şerê DAIŞê de kirin.


Fîlma “Warê Mêrûstanan” behsa hovîtiyên DAIŞ li dijî keç û jinên kurd dike. Dîmenên fîlmê li gundekî Kurdistanê hatine kişandin û zêdetirî 30 lîstikvan bi awayekî xwebexş tê de lîstine.

Basnews
Top