• Saturday, 06 July 2024
logo

Hêjar Duhokî berê xwe daye sînemayê

Gulan Media November 17, 2016 Hunerî
Hêjar Duhokî berê xwe daye sînemayê
Stranbêj Hejar Duhokî dibêje, ji ber ku rewşa stran û mûzika kurdî ne baş e, wî berê xwe daye sînemayê.

Hêjar Duhokî ku li Swêdê rûdine, ji Rûdawê re got: “Eger ji ber rewşa niha ya Kurdistanê nikarim stranan bêjim, dikarim bi derhênan û wênegirtinê karên xwe berdewam bikim.”

Stranbêjê kurd diyar kir ku wî kurtefîlmek bi navê A Stumble in the Woodis, li gel çend aktorên kurd û swêdî amade kiriye.

Ew niha bi awayekî akademîk û zanistî di warê sînemayê de kar dike û di dibistanekî sînemayê yê bi navê Norrköpinga Swêdê de dixwîne.

Bi gotina wî wî filma xe nîşanî mamosta û pisporên vê dibistanê daye û gelek bi dilê wan bûye, lewma dê karê xwe yê sînemayê berdewam bike.

Rudaw
Top