• Saturday, 06 July 2024
logo

Konsera xwe ya Kurdistanê paşxist

Gulan Media November 15, 2016 Hunerî
Konsera xwe ya Kurdistanê paşxist
Stranbêja kurd a bi stranên farisî navdar Baran, dîroka konsera li Herêma Kurdistanê bide paşxist.

Stranbêja kurd Baran dê demekî nêzîk li Amerîkayê konserekê lidar bixe û biryar bû piştî wê konserê yekê li Herêma Kurdistanê jî pêk bîne.

Baran ji Rûdawê re wiha got: “Ji bo konserekê min dixwest ez werim Kurdistanê. Lê ji min re gotin rewş ne guncaw e. Lewma min jî ev plana xwe paşxist.”

Baran diyar kir ku ew ê li Los Angelesê konserekê bide û domand: “Ez dixwazim li Hewlêr û Silêmaniyê jî konseran pêk lidar bixim.”

Stranbêj Baran xelka bajarê Mehabada Rojhilata Kurdistanê ye û par xelata Big Apple Music Awards standibû.

Rudaw
Top