Ji kelepora kurmancên Îranê gilî û gazindên evîndaran
![Ji kelepora kurmancên Îranê gilî û gazindên evîndaran](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/6ebda284b1961b4708100dff1ba9514e_L.jpg )
Nivîskar li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û heyranok berhev kirine.
Lê nivîskar ne tenê materyalên folklorîk amade kiriye, herwisa li ser herêmên ku Kurmanc lê dijîn agahiyên tarîxî jî raberî me dike; wekî kîjan eşîr li ku dijî û meşhûrên wan kî ne; kok û hoza wan ji ku tên…
Surûş, bi vê xebata xwe hem Kurmancên Îranê hem jî folklora wan li ber çavê me eyan dike.
AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Ji Kelepora Kurmancên Îranê
Gilî û Gazindên Evîndaran
Nivîskar: Ebdulkerîm Surûş
Weşanxane:Nûbihar
Rûpel: 320
Cûre: Folklor
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Tîp: Latînî
Çapa Yekem: 2016
Basnews