• Saturday, 23 November 2024
logo

3 belgefîlmên kurdî beşdarî festîvala navnetewî dibin

Gulan Media November 13, 2016 Hunerî
3 belgefîlmên kurdî beşdarî festîvala navnetewî dibin
Li bajarê Amsterdam a Hollandeyê festîvala belgefîlman a bi navê “International Documentary Film Festival Amsterdam/(Festîvala Belgefîlmên Navneteweyî ya Amsterdam” 16ê Mijdarê dest pê dike û 2 belgefîlmên kurdî jî beşdar dibin.

Festîvala Belgefîlmên Navneteweyî ya Amsterdam di navbera 16 û 27ê Mijdarê birêve diçe.

Di festival de 300 belgefîlmên navneteweyî dê bêne nîşandan. HerwihahHerdu belgefîlmên derhênerê kurd Rêber Doskî ya bi navê “Radio Kobanî” û Yezidi Girls/Keçên Êzidî û belgefîlma derhêner Zuhawî Sincawî ya bi navê The Return (Veger) jî di beşa serke ya festîvalê de bêne pêşkêşkirin.

Her sê belgefîlmên kurdî jî cara yekemîn e ku dê werin nîşandan.

Belgeflimê kurdî Radio Kobanî ji derhênana Rêber Doskî ye, bo yekem car di International Documentary Film Festival Amisterdam di beşa serekî ya fîstevalê de beşdar e ku yek ji navdartirîn fîstevalên belgefîlman di cîhanê de tê naskirin.




Belgefîlna Radio Kobanî behsa çîroka keçek 20 salî bi navê Dilovan dike ku li bajarê Kobanî radioyekî ava dike.

Derhênerê kurd Rêber Doskî ji Rûdawê re diyar kir ku di sala 2014yê de wî dest bi çêkirina belgefîlmê kiriye.

Doskî destnîşan kir ku belgafîlma wî ya “Yezidi Girls/Keçên Êzidî” behsa çîroka keçên êzidî yên ji destê DAIŞê rizgarbûne dike.




Belgeflimê Zuhawê Sincawî The Return (Veger) jî di beşa sereke ya festîvalê de tê nîşandan.

Filmê çîroka Vegere behsa keçeka hemşîre dike, weke xwebexş di nava kampeke ku pitirî 20 hezar koçberên kurdên êzdî têde ne, û alîkariya wan dike. Bi taybetî jî alîkariya zarokan dike.

Rudaw
Top