Bakûr – Hunermendekî kurd hat kuştin
![Bakûr – Hunermendekî kurd hat kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8163087ebea5ba438448172333cc70e3_L.jpg )
Hunermendê kurd ê bi navê Fevzî Bayat, ku di şahî û dawetan de bi kurdî stran digot û li tembûrê dida, duh êvarê li nav otomobîlekê de kuştî hat dîtin.
Heta niha nayê zanîn Fevzî Bayat (40 salî) ji aliyê kê ve û çima hatiye kuştin lê li gorî medyaya Tirkiyê, çend roj berê di mala wî hunermendê kurd de 2 gerîlayên PKKê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn kuştin. Piştî wê bûyerê Fevzî Bayat hatibû girtin lê dîsa hatibû berdan.
Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Basnews