Li bin ewrên reş hilma hinarê
Yek ji wan hinermendan yê Kurd û xort jî Metîn Çelîk e ku ev demek e bi berhemên xwe yên surreel û rengîn bala otorîte û rexnegirên hinerê bi awayekî balkêş û mişthêvî kişandiye ser xwe. Çelîk bi berhema xwe ya bi navê Kapîtal ya sê xelekî beşdariyê kir û hem girîngiya nasîna bi derfetan ji bo hunermendên nû li fûarên wiha kir hem jî amaje pê da ku gelek hinermendên nû û balkêş yên Kurd jî êdî hene di warê nîgarsaziyê de. Li aliyekî jî ev fuar ji bo wan jî dibe derfet bo nasîna xwe bi xwe û dîtina rêya li pêş xwe ku hê divê çiqasî pê de herin. Ji bo berhema xwe ya Kapîtal jî ku pê beşdar e û ta niha gelek rexneyên erênî wergirtine Çelîk dibêje: "Kapîtal ji sê tabloyan pêk tê. A pêşîn qala mehkumiyeta însan li hemberî kapîtalîzmê û derdestkirina xwezayê, ya duyem ango eva ku hûn li vir dibînin nîşana berxwedana xweza û jinê ye li hember sîstema mêrane û kapîtalîzmê, ya sêyem jî hilweşîna kapîtalîzmê û jinûvegeşbûna xwezayê bi destê jinê, îfade dike."
Mûrad Çelîk, li ber tabloya xwe Kapîtal.
Kurdbûyîn, ziman û hemû egerên ku nasnameyekê tînin pê di warê hunerî de ji bo Çelîk beramberî nivîs, wêje an muzîk û sînemayê, herçend wênesaziyê hinekî lal bihêle jî li aliyê din azadiyeke bê sînor ya bi zimanê rengan dide wênesaz. "Di resim de zimanê me boyax, firçe û reng e. Ji lewma jî bêhtir ji tiştekî etnîkî , di warê hinerî de tiştek derdike ku ev jî hinekî rê li ber cudakariyên heyî digre. Yanî nikarin wek şano sînema an jî muzîkê te têxin refekî û rê li ber te bigrin. Li vê qadê ger hêza we ya hunerî û berhemî baş be hûnê zêde rûbirûyî cudakariyê neyên. Ev girêdayî ziman e bi min." Herçiqasî îro ji bo sinema, muzîk, wêje û şanoya Kurd arşîvek û nasnameyek hatibe pê jî ji bo wênesaziyê Metîn Çelîk dîsa amaje bi faktora ziman dike wek egereke diyarde di vî warî de û dibêje:" Îro em dikarin qala sînemaya Kurdî bikin. Em dikarin behsa muzîka Kurdî bikin. Heta em dikarin behsa şanoya Kurdî jî bikin. Lê bi temamî em nikarin behsa "resmê Kurdî" bikin. Em dikarin qala "wênesazekî Kurd" bikin. Vêga ev resim mixabin nikare bi kurdî biaxive. Weke min. Lê wek wênesazekî dema bê zanîn ku ez yekî Kurd im, di warê erdnîgariyê de jî dê bide xwiyakirin ku hêzek heye li pişt min. Ev resim jî bi awayekî dê herêmê hêzdartir bike. Lewra dema nasnameya min bi hêz bû, yanî wek Metîn Çelîk dema navê min bi hêz bû, tê wateya ku resmê Kurd bi hêz bûye."
Kapîtal I Mûrad Çelîk
Li fûarê em ji ber tabloya expresyonîstî navdar ya Kurdekî din, Mahmûd Celayîr derbas dibin dighîjin ber galireyekê ku peykertiraş û wênesazê navdar û Kurd Ahmet Guneştekîn lê mêvan e bi berhema xwe ya îsal ya bi navê "Rêwîtiya berev nemirinê ve"
Ahmed Guneştekîn - Hunermend
Guneştekîn ev 11 sal in beşdariya vê fuara navneteweyî dike. Temaya xwe ya îsal sipartiye sûreya Kehf ya Quranê ayetên 83-101 ta bi Zulqarneyna di Tewratê de ango cotestrû an jî ya aydê "du sed salan". Berhema Guneştekîn Rêwîtiya Berev Nemirinê, pêk tê ji sedan cotên qiloçên ajalên kûvî ku ji 4 perzewiyan hatine berevkirin ji dinyayê. Herwiha bi hezaran parçeyên metal û neynikan jî tên bikaranîn ta ku ev înstalasyon ber bi hev ve tê. Ev hemû strûyên ku wek nîşaneya nemirîyê hatin bikaranîn bingeha xwe ji çîrokên mîtolojîk werdigrin û bi qoqên însanan yên ji alî hinermend ve neqişandî, bi hev tên honandin. Ahmed Guneştekîn di serpêhatiya xwe ya wênesaziyê de dibêje, rêwîtiya wî berevajî yên çîrokan, ji rojhilatê bi aliyê rojava de ye bi xwe."Di Zend Avesta an jî di Mishefa Reş de jî em mînakên wiha dibînin ku qala rêwitiyeke ji rojhilat ber bi rojava ve tê kirin ku hema bêje di hemû kitêbên pîroz de cî digre. Çîroka fermandarekî li pey edaletê. An jî di mîtolojiya rojava de wek rêwitiya Skender. Li ser serê van hemû lehengên van mîtolojiyan du qloç hene. Qehremanan dema ajalekî bi hêz yê kovî dikuştin postê wan an jî qiloçên wan bi xwe vedikirin ku ev jî dihat wateya ku hêz û rihê wî ajalî li yên xwe zêde dikirin. Vê rêwitiyê her tim berê min da Mezopotomyayê. Rêwitiya min jî berevajî rêwitiya Skender e. Ango ji rojhilat ber bi rojava ve ye."
Rêwîtiya Berev Nemirinê – Ahmed Guneştekîn
Jiyan bi xweşî û nexweşî û ahenga xwe, bi awayekî berdewame. Hiner jî weke her carê bi azadiya xwe ya bê sînor û zimanê xwe yê gerdûnî, geh hilmeke hînik berdide bi ser birînên nekawandî yên derûnî de geh dibe rêyek ji dikekî ber bi yekî din de û geh jî destekî ji vî serê dinyayê dighîne destekî din yê her kesekî li her dereke din ya dinyayê.
Rudaw