Matar: Min ji strana Pêşmerge pere nestand
Stranbêja lubnanî Hasna Matar ji Rûdawê re got, wê strana derbarê pêşmerge de bi şanazî gotiye û lixwekirina cilên kurdî jî ji bo wê serbilindî bû.
Hasna Matar wiha got: “Ez li Hewlêrê dijim. Heger min li ser pêşmerge stran negotiba wijdana min rihet nedibû.”
Li ser îdiya ku pere wergitiye jî Matar wiha axivî:
“Ez li ser vê îdiya şeqiz mam. Ma çawa dibe hunermendek ji bo pere fikra xwe biguhere û strana bibêje. Min ji bo vê stranê ti pere nestandine. Ev îdia derew e.”
Stranbêja navdar çend caran li eniya şer serdana pêşmerge kiribû.
Beriya niha jî Hasna Matar straneke kurdî bi navê “Tenêtî” gotibû.
Rudaw