• Sunday, 28 July 2024
logo

Berhema Şehram Nazerî amadeye

Gulan Media October 30, 2016 Hunerî
Berhema Şehram Nazerî amadeye
Karên albûma nû ya hunermendê navdar ê kurd, Şehram Nazerî ber bi dawiyê ve diçe û tê gotin ku dê dimekê nêzîk de bê belavkirin.

Rêveberê şîrketa Perdîs Erdewan Ceferî ku sponsoriya berhema nû ya hunermend dike, ji medya Îranê re ragihand: “Ev sal û nîvek e em bi vê albûmê ve mijûl in. tekstên stranan ji helbestên Ebû Seîd Ebulxeyr hatine wergirtin. Mûzîk jî ji aliyê orkestraya flarmonîkî ya çekî ve hatiye amadekirin ku 70 jenyarên amêrên mûzikê beşdar bûne.”

Li gorî gotina Caferî karê dabeşkirina mûzikê ya vê berhema nû ji aliyê Emîr Pûrxelecî ve hatiye kirin.

Tê pêşbînîkirin di meha Rêbendanê de album bikeve bazarê.

Rudaw
Top