Derhênerê navdarê Fransî fîlmek din li ser Pêşmerge çêdike
Derbarê mijarê de Bernard Hênrî Lêvy ji BasNewsê re ragihand ku dê belgefîlmek din li ser şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê çêbike û got, vê carê ezê li ser şerê Mûsilê çêbikim.
Lêvy her wiha got, helbet wisa xuya dike ku şerê Mûsilê dê şerekî giran be çimkî DAIŞ naxwaze wisa hêsan bajêr berde. Lewma dibe ku wênegirtina fîlmê derdora 6 mehan bikşîne.
Nivîskarê navdarê Fransî beriya niha jî belgefîlmek bi navê “Pêşmerge” çêkiribû. Ew fîlm di 69emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de hatibû nîşandan.
Basnews