Şaciwana Kurdistanê: Ez ê mil bi milê pêşmerge kar bikim
Jalya Sîrwan ku xelkê bajarê Silêmaniyê ye, piştî ku weke Şaciwana Kurdistanê hate hilbijartin, ji Rûdawê re ragihand ku ew dê planên xe yên ji bo pêşerojê cîbicî bike.
Sîrwan got, “Pir kêfxweş im ku weke şaciwan hatime hilbijartin û ez ê di pêşerrojê de mil bi milê pêşmergeyên leheng kar bikim, alîkariyê bidim wan.”
Şaciwana Kurdistanê peyamek da jin û ciwanên Kurdistanê jî û got, “Ez hêvîdar im ku êdî di malan de nerûnin, jiber ku ew bi hêz in û dikarin gelek tiştan bikin.”
Hêjayê gotinê ye ku şêva din li Hewlêrê rêwresma hilbijartina Şaciwana Kurdistanê hate sazkirin û di nav 11 ciwanan de Jalya Sîrwan weke “Şaciwana Kurdistanê ya sala 2016ê” hate hilbijartin.
Rêwresma hilbijartinê ji aliyê şîrketa Bablion ve û bi çavdêriya Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê, hate sazkirin.
Yekemîn car di sala 2012ê de pêşbirka Şaciwaniya Kurdistanê hate lidarxistin û Şane Ako, hate hilbijartin.
Ji ber krîza darayî di salên 2014 û 2015ê de pêşbirk nehate kirin.
Rudaw