• Sunday, 28 July 2024
logo

Parêzerên êzidî fîlma ‘Reşeba’ dibin dadgehê

Gulan Media September 11, 2016 Hunerî
Parêzerên êzidî fîlma ‘Reşeba’ dibin dadgehê
Nêzîkê 30 parêzarên kurdên êzidî, ji ber çend dîmenekê fîlma Reşeba, li hemberî derhêner û amadekarên fîlmê giliyê tomar dikin.

Parêzer Hêmin Fere Xeyrî Beg yek ji wan parêzeran e ku nerazîbûna xwe nîşan da û ji Rûdawê re got, “Kurdên êzidî ji nîşandana vê fîlmê nerazî ne. Çend dîmenek di fîlmê de hene ku dûrê rastiya jiyana kurdên êzidî ye. Ji ber vê yekê em kar dikin da ku li dijî derhêner û amadekarên fîlmê bibin ber dadgehê.”

Derhênerê fîlma Reşeba, Husên Hesen jî ji Rûdawê re ragihand ku eger li ser wî gilî bê tomarkirin, ew amade ye here ber dadgehê.

Hesen beriya niha jî ji Rûdawê re gotibû “Hinek kes berî fîlmê bibînin, tenê bi temaşekirina promoyên fîlmê nerazîbûna xwe nîşan dane. Sebir nekirin heta fîlmê seyr bikin û çîroka rastîn a dîlmê bibînin. Di festîvalê de jî nesekinîn heta film xilas bibe.”

Derbarê gilî û daxwaziyên Navenda Çandî ya Laleşê ku xwestibûn di fîlmê de guhertin bêne kirin, Husên Hesen got, “Min film ji bo gel berhemanî, ne ji bo beşekî xelkê. Rexneyên wan li ser hinek xalan hebû, eger di wan xalan de guhertin bihata kirin, çîroka fîlmê têkdiçû.”

Derbarê rexneyên ku dibêjin “kurdên êzidî ji fîlmê birîndar dibin”, derhêner Hesen wiha axivî:

“Birîna me hemûyan yek e. Min ev film ji bow ê yekê amade kir ku êş û kulên me di wir de bên dîtin. Ne ku hinek kes li ser hesabê xwe bazirganiyê bikin.”

Roja 9ê Îlonê bi sponsoriya Tora Medyaya Rûdawê 4emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê dest pê kir.

Di festîvalê de nîşandana fîlma Reşeba rastê nerazîbûna hejmarek kurdên êzidî hat. Bi nêrîna kesên nerazî, film rastiya çand, ol û jiyana êzidiyan nîşan nade.

Rêveberê festîvalê Eyûb Remezan jî ji Rûdawê re got, “Ew kesên nerazîbûna xwe nîşan dan, nemane hêviya dumahîka fîlmê. Ji ber ku dawî berovajiyê têgihiştina wan e.”

Fîlma Reşeba yek ji wan fîlmên kurdî ye ku biryar e beşdarî çendîn festîvalên cîhanî bike. Fîlm behsa karesata Şingalê dike.

Rudaw
Top