• Sunday, 28 July 2024
logo

Hazan Ateş: Dixwazim ciwaniya keçên kurd nîşan bidim

Gulan Media September 5, 2016 Hunerî
Hazan Ateş: Dixwazim ciwaniya keçên kurd nîşan bidim
Stranbêja ji Bakûrê Kurdistanê Hazan Ateş ku demek bû li paytexta Fransa Parîsê dijiya û niha jî li Hewlêrê nîştecîh e, dibêje, çend stranekî amade dike ku dê demek nêzîk de jî klîbên xwe çêbike û belav bike.

Ateş ji Rûdawê re ragihand ku pir kêfxweş e ku li Hewlêrê dimîne û diyar dike ku ew li vir hest bi xerîbiyê nake.

Hazan Ateş diyar kir ku stranek bi navê “Ji Dûriya Te” amade kiriye û niha jî klîba wî ve mijûl e.

Ateş dibêje ew dixwaze ev klîba wî bi wêrekî be û wiha diaxive, “Keçên kurdan pir wêrek in. Ti tiştek wan ji keçên cînahê kêmtir nîne. Ez dixwazim ciwaniya kecên kurd nîşan bidim û hunermendek wêrek bim.”

Rudaw
Top