Zehawî beşdarî li Festîvala Zûrne dike
![Zehawî beşdarî li Festîvala Zûrne dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/243655Image1.jpg )
Derbarê mijarê de hunermend Zehawî ji Rûdawê re ragihand, weke hunermendekî kurd ji bo vê festîvalê hatiye vexwendin û festival di rojên 6 û 8ê Cotmehê de tê sazkirin.
Zehawî got, “Hejmerak hunermendên welatên cuda yên cîhanê, bi taybet jî ji welatên Rojhilata Navîn di festîvalê de amade dibin.”
Hejar Zehawî ku di heman demê de li televîzyona Rûdawê de pêşkeşvaniya “Awazên Cîhanê” dike, di wê baweriyê de ye ku beşdarbûna vê festîvalê bo nasandina mûzîka kurdî giring e.
Rudaw