• Sunday, 28 July 2024
logo

Ghobadî projeya Hz. Omer red kir!

Gulan Media August 10, 2016 Hunerî
Ghobadî projeya Hz. Omer red kir!
Derhênerê kurd Bahman Ghobadî, pêşniyara Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ya çêkirina fîlma derbarê jiyana Hz. Omer de red kir.

Bahman Ghobodî ji Rûdawê re diyar kir ku Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyîji wî xwestiye ku derhêneriya fîlma jiyana Hz. Omer bike, lî wî ew pêşniyar qebûl nekiriye.

Ghobadî wiha got: “Derbarê wê mijarê de zêde agahiyên min nîne. Çend projeyên min li ser şervan û lehengên Kurdistanê hene. Li ser vê mijarê zaname. Ezê li ser wan fîlmekê amade bikim ji ber wê yekê jî bo çêkirina fîlemekê pêwîst nake ez herim welateke Ereb.”

Behmen Qubadî kî ye?

Bahman Qubadî di sala 1969an de li bajarê Baneyê, li Rojhilata Kurdistanê hatiye dinê.

Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyeke de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir.

Piştî li Tehranê Dibistana Bilind ya Weşan û Çapemeniyê qedand, dest bi wênekêşiya Sanayiyê kir.

Di navbera salên 1995-1999 derhêneriya 10 kurtefîlmên ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat stendiye, kir. Yek ji van fîlma Jiyana li Mijê di Festîvala Clermont-Ferrand (li Fransa) Xelata Juriya Taybet stend.

Di sala 1999 di fîlma derhêner Abbas Kierostamî ya "Ba wê me hilde" asîstantiya sereke kir û di fîlma Samira Makhmalbaf ya Textê Reş de jî yek ji rolên sereke lîst.

Fîlma Qubadî ya Dema Hespên Serxweş di sala 2000î de di Festivala Cannesê ya Filmê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI girt.

Rudaw
Top