• Sunday, 28 July 2024
logo

El Clasicoya Kurdî ber bi Oscarê ve diçe

El Clasicoya Kurdî ber bi Oscarê ve diçe
Fîlma derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ya bi navê “El Clasico” li Amerîkayê xelatekî girîng stand û gaveke din nêzîkî oscarê bû.



Derhêner Helkewt Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku fîlma wî li çend festivalên cîhanî hatiye xelatkirin û wiha domand: “Herî dawî li bajarê Chicagoyê xelatê fîlma biyanî yê herî baş Best Froeign Ficton wergirt.”

Helkewt Mistefa diyar kir ku ew xelat ji bo nêzîkbûna xelata Oscarê gaveke girîng bû.

Mistefa destnîşan kir ku wî xelatê xwe ji destê derhenerê navdar ê cîhanî Michael Moore wergirt û wiha pê de çû:

“Ev yek bi xwe ji bo sînemaya Kurdî serkeftinek bû. Herwiha ji bo em bibin namzadê xelatê Oscarê qonaxek me girîng derbas kir.”

Di fîlmê de du kesên kin li ser gihandina cotek Kilaş bo lîstikvanê navdar ê tîma Real Madrîdê Cristiano Ronaldo hevrikiyê dikin.

Pêlavên Kilaş taybet li devera Hewraman a Kurdistanê tên çêkirin.

Rudaw
Top