Hevjîna hunermend Mamlê wefat kir
![Hevjîna hunermend Mamlê wefat kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/235000Image1.jpg )
Li gorî zanyariyên Rûdawê, şeva borî 30ê Tîrmehê hevjîna duyem a hunerendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê ya bi navê Nusret Hacî Mihemed li Rojhilatê Kurdistanê wefat kir.
Kesek ji malbata Mihemed Mamlê li Rojhilatê Kurdistanê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de ev nûçe piştrast kir û ragihand, şeva borî li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê, Nusret a hevjîna duyem a hunermend Mamlê koça dawî kir.
Li gorî gotina heman kesî, merasîma şîna hevjîna Mamlê li bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê birêve diçe.
Nusret a hevjîna Mamlê xwedî nasnameya welatê Fransa bû û demek berî niha ji Fransa ve vegeriyabû Rojhilatê Kurdistanê.
Rudaw