• Saturday, 04 May 2024
logo

Amerîka tekez li ser girîngiya hikûmeteke berfire dike

Gulan Media October 27, 2021 Nûçe
Amerîka tekez li ser girîngiya hikûmeteke berfire dike

Balyozê Amerîkayê li Serokwezîr civiya.
Îro li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Toller kir.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê de hate kirin.
Balyozê Amerîkayê jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li Serokwezîr kir û piştîvaniya welatê xwe jî bo Îraqeke aram, xwedan serwerî û federalî diyar kir.
Serokwezîrê Kurdistanê jî rixmî spasî kirina Amerîkayê tekez li ser girîngiya ava kirina hikûmeteke berfire ku bikarêbe maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Îraqê dabîn bike û kêşeyên heyî li ser esasê destûrê bi awayeke hertimî çareser bike, kir.

Top