• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji Rojbîn Kizil stranek nû

Ji Rojbîn Kizil stranek nû
Keça hunermanda ji Bakurê Kurdistanê Rojbîn Kizil, stranekî nû yê evîndarî yê bi navê “Canê” got û tê çaverêkirin di demek nêzîk de belav bike.

Rojbîn Kizil derbarê strana xwe ya nû de ji Rûdawê re got:

“Gotin û awaza strana Canê ya Yusif Roman e û li Almanya û Belçîka klîba wê hatiye amadekirin. Biryare di çend rojên bê de, bê belavkirin.”

Rojbîn dixwaze piştî vê klîbê karê amadekirina albûmekê bike. Hunermenda ciwan di vê derbarê de jî wiha got:

“Amadekariya albûmekê dikin ku ji 10 stranan pêktê. Niha çend stranek jî amade ne.”

Rudaw
Top