Neteweyên Yekbûyî stranbêja Kurd xelat dike
Strênbêj û aktirîsa Kurd Helly Luv ji bo beşdariya festivala navneteweyî li San Franciscoyê çû Amerîkayê.
Hunermenda Kurd ji Rûdawê re diyar kir ku merasîma xelatkirine dê 31ê Tîrmehê were lidarxistin û wiha got: “Klîba min a bi navê Revolution (şoreş) weke yek ji klîba cîhanî ya herî baş hatiye destnîşankirin û bi boneya wê dê xelatekê bidin min.”
Helly Luv da zanîn ku hewiha ew dê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî were xelatkirin.
Luv sala 2013an bi strana bi navê “Risk it All” navdar bibû û klîba li ser Youtubê rikora temaşekirinê şikandibû.
Rudaw