• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo hunermendê navdar derketina derveyî welat hate qedexekirin!

Ji bo hunermendê navdar derketina derveyî welat hate qedexekirin!
Li ser giliyekê Banka Navdewletî ya Kurdistanê, dadgehê ev du meh in derbarê stranbêj Zekeriya Ebdullah de biryara qedexeya derketina derveyî welat derxistiye. Lê Ebdullah di vê heyamê de ji Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve derketiye derveyî welat.

Li gor nivîsînekê Dadgeha 2emîn a Berayî ya Hewlêrê, roja 20ê Hezîrana 2016ê, biryara derbarê qedexeya derketina derveyî welat ê hunermend Zekeriya Ebdûllah, ji firokexaneyên Hewlêr, Silêmaniyê û ji deriyên sînor ên Îbrahîm Xelîl, Hecî Omran, Başmax û Pêşabûr re hatiye şandin.

Li gor zanyariyan Abdullah 6 milyon dolar deyndarê Banka Navdewletî ya Kurdistanê ye lê deynên xwe di dema wî de nedaye.

Derbarê mijarê de Berdevkê Rêveberiya Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand Nûnerê Banka Navdewletî ya Kurdistanê li ser Zekeriya Ebdullah giliyek tomarkiriye.

Ezîz diyar kir ku li gor vê giliyê Ebdullah di sala 2012ê de ji bo 6 mehan ji bankê 5 milyon dolar deyn pere wergirtiye lê ji hingî ve ev deynê xwe nedaye. Ji lewra jî li gor faîzan niha 6 milyon û 375 hezar deyndar e.

Bi tevê biryara qedexeyê jî hate zanîn ku Zekeriya Ebdullah roja 30ê Hezîranê bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve geşta derveyî welat kiriye.

Derbarê vê yekê de Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayiq jî ji Rûdawê re ragihand ku biryara derbarê hunermend de bi navê Zekeriya Abdullah Hesen hatiye lê wî bi pasaporta Swêdî û navekî din geşt kiriye, lewma jî destûr hatiye dayîn.

Rêvebera firokexaneyê diyar ki ku beriya niha jî gelek caran bi xeletiyên wiha re rûbirû mane, dema biryar derbarê kesekî/ê de hatiye, bi navek din karîne derbikevin û got:

“Çend carekê me daxwaz ji dadgehê kir ku di dema nivîsênên xwe de navê 4ê an jî navê dayikê jî binivîsin da ku di sîstemê de diyar bibe.”

Hêjayê gotinê ye ku Rûdawê ji bo wergirtina nêrîna Banka Navdewletî ya Kurdistanê bi rêya name, û telefonan hewl da lê berpirsên bankê bersiv nedan.

Rudaw
Top