• Sunday, 28 July 2024
logo

Rojhilat – Yekemîn festîvala mûzîka kurdî hat lidarxistin

Rojhilat – Yekemîn festîvala mûzîka kurdî hat lidarxistin
Yekemîn festîvala mûzîka kurdî li bajarê Seqizê yê Kurdistana Rojhilat hat lidarxistin.

Îsal bo cara yekemîn, li bajarê Seqizê çalakiyeke hunerî ya girîng hat lidarxistin. Çalakiya han di bin navê “Festîvala Mûzîka Kurdî” de û bi beşdariya gelek komên mûzîk û govendê hat sazkirin.

Di wê festîvalê de, 9 komên mûzîkê û 2 komên helperkê û govendê hunerên xwe nîşan dan û bala wan kesên ku tevlî festîvalê bibûn, kişandin ser xwe.

Di yekemîn festîvala mûzîka kurdî de, nûnerê bajarên Seqiz û Bane li Parlamentoya Îranê, Muhsin Bêglerî jî beşdar bibû.

Festîvala han ji aliyê şaredariya Seqizê û encumena bajêr ve hatibû organîzekirin.

Basnews
Top