Rojhilat – Yekemîn festîvala mûzîka kurdî hat lidarxistin
![Rojhilat – Yekemîn festîvala mûzîka kurdî hat lidarxistin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/135298ef0bcf9144b93b13e50e909c2f_L.jpg )
Îsal bo cara yekemîn, li bajarê Seqizê çalakiyeke hunerî ya girîng hat lidarxistin. Çalakiya han di bin navê “Festîvala Mûzîka Kurdî” de û bi beşdariya gelek komên mûzîk û govendê hat sazkirin.
Di wê festîvalê de, 9 komên mûzîkê û 2 komên helperkê û govendê hunerên xwe nîşan dan û bala wan kesên ku tevlî festîvalê bibûn, kişandin ser xwe.
Di yekemîn festîvala mûzîka kurdî de, nûnerê bajarên Seqiz û Bane li Parlamentoya Îranê, Muhsin Bêglerî jî beşdar bibû.
Festîvala han ji aliyê şaredariya Seqizê û encumena bajêr ve hatibû organîzekirin.
Basnews