ÎNGÎLÎZ – 30 sal li pey şopa Kurdan de çû
Wî, li gel guhdarkirina heyranên hunermendê navdar ê koçkirî Hesen Sîsawî biryar da. Her çend ji zimanê heyranan fam jî nedikir lê li gel dengê heyranîbêj rûçikên wî zêdetir geş bû. Dibe ku bi hêsanî şeydayê esmer û mamerê wê hunermendê millî bibe.
Rolf Killius zêdetirî 30 sale mijûlî komkirina arşîva çand û hunera gelên Rojhilata Navîn û Asya ye. Killius vê care jî dixwaza dokûmantariya çand, huner û mûzîka kurdî bixe nava arşîva mezin a pirtûkxaneya Brîtanyayê.
Şêwirmend û pisporê hunerî yê mûzexane û pirtûkxaneya Brîtanyayê bi armanca komkirina belgenameyên derbarê mûzîk û hunera kurdî hatiye Başûrê Kurdistanê.
Ew dixwaze dîroka stran û mûzîka kevnar a kurdî li gundan û navçeyên ji dûrê destan bigere û ji ser zarê xelk guhdar bike û binivîse.
Rolf Killius ji Rûdawê re qala arşîva xwe ya 2 salan a ku li welatên Rôjhilata Navîn komkiriye, kir û got:
“Min 2 salan lêkolîn li ser dîroka mûzîk û semaya welatên Hindîstan, Pakistan, Nepal, Bangladeş û welatên Kendavê kir. Niha li Pirtûkxaneya Giştî ya Brîtanyayê zêdetirî 400 seet tomara wêne û dengên stran û mûzikê heye. Yên bixwazin dikarin jê sûd bigrin.”
Rolf niha jî dixwaze dîroka mûzîk û stranên gelê Kurd ku yek ji kevintirîn gelê herêmê ye, binivîse. Di lênûsa wî de nav û jimareya telefonên hinek hunermend û pisporên hunera kevn a kurdî heye. Li pêşiya navan dema hevdîtinan hatiye tomarkirin.
Ew dilxweş e ku gelê Kurd bi germî pêşwaziya wî kirine.
Rolf Killius destpêka nasîna xwe ya hunera kurdî digerîne bo 30 sal beriya niha û dibêje ku ew jî bi rêya dengbêj û heyranbêjê Kurd Hesen Sîsawî bûye.
Killius wiha dibêje:
“Beriya 30 salan ji bo geştekê hatime bajarên Amed û Wanê. Di navbera Amed û Wanê de bi otobûsê dihatim û diçûm. Di dema geştekê de nêzîkê 3 seetan stranên Hesen Sîsawî danîne ser teybê. Ez jî li hember dengê wî û şêweyê gotina wî mat û mendehoş bûm. Ev yek destpêka nasîn û hezkirina min a stranên kurdî bû. Ji bo bîranîna wan rojan îro dixwazim arşîva mûzîk û stranên kurdî amade bikim.”
Rolf Killius ji wê yekê nîgerane ku gelên cîhanê zêde mûzîk û stranên kurdî nas nakin û dibêje:
“Mixabin, di nava arşîva welatên Ewropî de pêzanînên derbarê çanda Kurdan de gelek kêm in. Zanînek têr li ser nîne. Ji ber vê yekê jî min xwest bi vê rêyê xizmetê ji mûzîk û stranên kurdî bikim da ku hemû cîhan çanda Kurdan nas bike.”
Ew dibêje piştî ku karê wî yê amadekirina arşîva mûzîk û stranên kurdî de xilas bibe, dê mînakekê bide Wezareta Çand a Herêma Kurdistanê jî û diwa pêde diçe:
“Daxwaza min ji Wezareta Çandê ew e ku bila pirr giringî bide danasîna çand û hunera Kurdistanê. Bila nifşên nû fêrî hunera xwe ya resen bikin. Li gel vê jî, hêvî dikim ku li Kurdistanê cihek an jî navendek ji bo arşîva hunera kurdî hebe.”
Lêkolerê Brîtanî dixwaze hemû karên xwe di malperekê de berhev bike û lêkolînên xwe yên derbarê çand û hunera kurdî de jî li wir biweşîne.
Derbarê vê yekê de jî Killius dibêje:
“Min divê hemû cîhan vê xebata min bibîne û çand, huner û mûzîka van neteweyan jî nas bike. Di radyoyên Almanya û Swîsreyê de jî bernameyên min ên bi navê “Cîhana Mûzikê” heye û di wan de jî behsa mûzîk û stranên kurdî dikim. Kopiyek ji wê pirtûka ku ji bo Pirtûkxaneya Mezîn a Brîtanyayê amade dikim, dê ji hemû welatên Ewropayê re jî bişînim.”
Rudaw