• Sunday, 28 July 2024
logo

Hunermend û medyakara kurd Zagros bi yekcarî vegeriya Kurdistanê

Hunermend û medyakara kurd Zagros bi yekcarî vegeriya Kurdistanê
Hunermend û medyakara kurd Zagros Cebar, ku li Ewropa mezin bûye, dibêje, êdî ez dixwazim li Kurdistanê bijîm û li vir kar bikim.

Hunermend û medyakar Zagros Cebar, ku li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye lê li Hollanda mezin bûye, zêdetirî salyekê ye vegeriyaye Kurdistanê.

Zagros, ku yekem medyakara kurd e li ser înternetê pêşkêşkarî kiriye, ji BasNewsê re axivî û got, ez êdî dixwazim li Kurdistanê bijîm û kar bikim.

Wê medyakara kurd diyar kir ku heta niha çend televîzyonan jê xwestine bi wan re kar bike lê wê heta niha biryara xwe nedaye û got, ezê di rojên bê de biryara xwe bidim.

Derheqê çalakiyên xwe yên hunerî de jî hunermenda bedew Zagros got, vê gavê ti çalakiyeke min nîne ji ber ku kirîza aborî li Kurdistanê heye û ez dixwazim pir zû ev kirîz û şer li Kurdistanê nemîne.

Zagros, kilîbek bi navê “Rengîn” jî çêkiriye.


Basnews
Top