• Sunday, 28 July 2024
logo

‘Ednan Kerîm li çend bajarên Kurdistana rojhilat konseran dide’

‘Ednan Kerîm li çend bajarên Kurdistana rojhilat konseran dide’
Hûnermendê kurd ê navbang di heftiya pêşde wê zincîre konserekan li Kurdistana rojhilat bide.

Li gor zanyariyên BasNewsê roja 15.07.2016ê li bajarê Seqiz a Kurdistana rojhilat, wê saet 21:00 ê êvarî Ednan Kerîm bi alîkariya gruba Mûzîkê ya Mehuyê konsera xwe li dar bixe.

Hat zanîn li rojhilat û bi taybet li bajarê Seqizê behs behsa konsera Ednan Kerîm e. ji ber ku yekem care li wî bajarî konser dide.

Herwaha hat zanîn Ednan Kerîm li rojhilat wê zincîre konserên xwe berdewam bike û li bajarên Sine, Kirmaşan û Merîwanê jî konser li dar bixe.

Basnews
Top