• Sunday, 28 July 2024
logo

Derhênerê navdar ê Îranî koça dawî kir

Derhênerê navdar ê Îranî koça dawî kir
Hate zanîn ku derhêner û sînemakerê navdar ê Îranî Ebas Kiyarostemî, di 76 saliya xwe de li paytexta Fransa, Parîsê koça dawî kir.

Ajansa fermi ya Îranê IRNAyê ragihand ku derhêner û xwedanê bi dehan xelatên sînemayî Kiyarostemî, ku ji bo dermankirina nexweşiya xwe li Parî bû, jiyana xwe jidest da.

Di Adara 2016ê de ji ber nexweşiya penceşêra ûrûroviyan, Kiyarostemî çend caran li nexweşxaneyên Îranê hatibû emeliyatkirin lê di 26ê Hezîranê de jib o dermankirinê çûbû Parîsê.

Xwedanê xelata Palmiyeya Zêrîn bû

Ebas Kiyarostemî di 22ê Hezîrana 1940î li Tahranê ji dayik bûye.

Kiyarostemî yek ji navdartirîn derhênerê Îranî tê nasîn. Di salên 1960î de dest bi karê sînemayê kiriye. Zêdetirî 40 filmên sînemayî ku filmên dirêj û kurt û herwiha dokûmentarî amade kiriye.

Derhênerê navdar di sala 1997ê de bi filma xwe ya bi navê “Tama Gilasê” li Festîvala Filman a Cannesê de xelata mezin a Palmiyeya Zêrîn bidest xist. Di sala 1999ê jî bi filma bi navê “Dê Ba Me jî Bixijikîne” di Festîvala Navneteweyî ya Venedîkê de, xelata Juriya Mezin wergirt.

Di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de gelek hunermendên Îranî ji welatê xwe reviyabûn lê Kiyarostemî li Îranê mabû.

Rudaw
Top