• Sunday, 28 July 2024
logo

Wênegirê Kurd xelat stand

Wênegirê Kurd xelat stand
Wênegirê Kurd Yunus Mihemed, di Festîvala Wêneyan a li Moskowayê de, bi koma wêneyên xwe yên bi navnîşana “Bi navê ol” di du beşên cûda de xelata yekemîn bidestxist.

Wênegirê Kurd Yunus Mihemed, di Festîvala Wêneyan a li Moskowayê de, bi koma wêneyên xwe yên bi navnîşana “Bi Navê Ol” di beşên wênegiriya şer û dokûmantariyê de bû yekem.

Derbarê mijarê de wênegir Yunus Mihemed bo Rûdawê ragihand: “Wêneyên min behsa xem û azar gelê me dikin ku ev du sal in ji destê DAIŞ’ê dikêşe. Di wêneyên min de xema Başûr û Rojavayê Kurdistanê û herwiha xweragiriya Pêşmergeyan jî cîh digre.”

Mihemed di çarçoveya festivalê de hevrikiya çendîn wênegirên cîhanê kir û di du pileyan de bû yekem. Derbarê vê yekê de Mihemed got:

“Di wêneyên min de peyama min ew bû ku ez nîşan bidim ka çawa DAIŞ’ê mijara ol weke amûrekê bi kar tine û di bin vî navî de jî destdirêjiya gelê Kurd dike.”

Rudaw
Top