• Sunday, 28 July 2024
logo

Samî Yûsif bi Kurdî klîp belav kir

Samî Yûsif bi Kurdî klîp belav kir
Hunermendê navdar Samî Yûsif klîpeke nû bi zimanê Kurdî belav kir.

Samî Yûsif klîpa xwe ya nû bi navê ‘Ya Resûlellah’ bi zimanê Kurdî belav kir. Vîdyo klîpa nû ya Samî Yûsif li ser malpera weşana civakî ya Youtube hat belavkirin.

Awaz û mûzîka klîpê ji fulklura Kurdî ye û bi sedan sal e ku di mewlûdên li Başûrê Kurdistanê tê bikarbirin.

Piştî belavbûna klîpa nû û guhdarkirina wê klîpa îlahiyatê, hejmareke zêde ya kurdên ku ew stran û mûzîk guhdar kirin, spasiya Samî Yûsif kirin. Di navbera çend rojan de dehan hezar kesî li klîpa nû ya Yûsif temaşe kirine.

Hunermendê îslamî, Samî Yûsif pêştir bi zimanê Îngilîzî, Erebî, Farsî, Tirkî û Hindî stranên îlahiyetê gotiye.

Samî Yûsif sala 1980an li paytexta Îranê bajarê Tehranê ji dayik bûye û bi eslê xwe Azerî ye û welatiyê Birîtanya ye.

Yûsif sala 2003an yekemîn albuma xwe bi navê ‘El-Mualim’ derxist bazarê û rastî pêşwaziyeke pir germ a guhdarên mûzîkê hat.

Rudaw
Top