Fîlma Behmen Qubadî ya ‘’Ala bê welat’’ li Brîtanya ye
![Fîlma Behmen Qubadî ya ‘’Ala bê welat’’ li Brîtanya ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/f5bf957196a40564c5c2f4b4a619e5ef_L.jpg )
Fîlma ‘’Ala bê welat’’ a Flag Without a Countriy, bi derhêneriya sînemakarê kurd Behmen Qubadî û bi berhemanîna parêzgeha Hewlêrê ve ku ji aliyê şîrketa ‘’Mij Film’’ ve hatiye amade kirin û di beşdariya navnetewî de saet 20:30 êvara roja 29.06.2016ê wê di beşa taybet a 16. de beşdarî festivala navnetewî ya fîlmên ‘’Dawiya rojhilat’’ East End li bajarê Londonê wê bê pêşandan.
Ji aliyê endamên lijneya dadwerî ya vê festival ê ve xelata herî baş a fîlmên bilind ên sînemayê, xelata herî baş a fîlmên dekomanterî û xelata herî baş a kurte fîlmên Brîtanya û herwaha ji aliyê temaşevanan ve jî xelat herî baş a kurte film bi sînemakarê herî serkeftî re wê bê dayîn.
Festîvala navnetewî ya fîlmên ‘’Dawiya rojhilat’’ sala 2000 ê ji aliyê Stephan Murray û Sarah Wren li encûmena serokatiya Hamlet bi armanca peyda kirin, nasandin û geşepêdana dengekî nû li cîhana sînema de û herwaha pêşandana fîlmên Brîtanyayî û fîlmên navnetewî hate ava kirin û naha buye pêgehekî bihêz ji bo sînemakarên Brîtanyayî û sînemakarên welatên cuda cuda ên cîhanê. Herwaha sal bi sal kariye pêşketineke berçav di xwe de ava bike.
Basnews