• Sunday, 28 July 2024
logo

Emîr Hesen albûmeke nû derdixe

Emîr Hesen albûmeke nû derdixe
Stranbêj Emîr Hesen biryar da albûma xwe ya nû cejna Remezanê belav bike.

Emîr Hesen di daxuyaniyekê de bi rêya Rûdawê re aşkere kir ku albuma wî ya nû amade ye ku ji 11 stranên pêk tê.

Emîr dibêje wî hê nav li albuma xwe nekiriye lê dê derxistina wê paşve nede.

Stranbêjê ji Silêmaniyê got: "Bi dilniyayî ez ê Cejna Remezanê albumê belav bikim. Kompanyaya Babylon soz daye min wê demê derxîne."

Hesen herwiha ji hezkiriyên xwe re aşkere kir ku ew dê piştî derxistina albumê klîpekê ji bo straneke xwe çêke.

Rudaw
Top