• Friday, 26 April 2024
logo

Li Îranê 2 girtiyên Kurd bi îşkenceyê hatin kuştin

Gulan Media September 21, 2021 Nûçe
Li Îranê 2 girtiyên Kurd bi îşkenceyê hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku 2 welatiyên Kurd ên bi birîndarî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibûn girtin, di bin îşkenceyê de canê xwe xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku li bajarê Urmiyê yê Rojavayê Kurdistnê du girtiyên Kurd bi navê Esed Ramîn û Davud Rehîmî ku girtîgeha Nexedê de bûn, ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dan.

Pasdarên Îranê roja 1ê Îlonê li nêzîkî gundê Qarna yê bajarê Nexedê yê Rojhilatê Kurdistanê, otomobîlek dabûn ber guleyan ku Esed Ramîn û Dawûd Rehîmî tê de bûn, her du jî birîndar bibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku pasdarên Îranê doh 19ê Îlonê ji malbatên wan kesan re gotine ku Esed û Dawûd ku endamên PDKÎ bûne û di girtîgehê de can xwe ji dest dane.

Hengawê herwiha eşkere kir ku her çend herdu girtî birîndar bûn, lê dermankirina wan hate astengkirin.

Çend roj berê kurê Esed Ramîn, Ramîn Ramîn û biraziyê wî Serdar Ramîn jî hatine girtin û ew şandine girtîgeha Nexedê.

 

Rudaw

Top