• Sunday, 28 July 2024
logo

‘Memozîna Xanî’ ya Alî Bedirxan derket

‘Memozîna Xanî’ ya Alî Bedirxan derket
Mem û Zîn a Alî Bedirxan amade kiribû ji weşanên Avestayê derket.

Beşên Mem û Zîn a ku Celadet Alî Bedirxan amade kiribû û di kovara Hawarê de çap bûbû, bi navê "Memozîna Xanî" di nav weşanên Avesta de derket.

Di vê xebatê de Mem û Zîna Hawarê û helbest û nivîsên din ên derbarê Ehmedê Xanî de anîn ba hev.

Herekol Azîzan (Celadet Alî Bedirxan) di nivîsek xwe de weha dibêje: "Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye, Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe yê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsinin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengê miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin."

Rudaw
Top