• Sunday, 28 July 2024
logo

Stêrka Kurd Helly Luv li San Francisco tê xelatkirin

Stêrka Kurd Helly Luv li San Francisco tê xelatkirin
Stêrka Kurd Helly Luv dê xelata taybet a Festîvala Fîlmên Naneteweyî ya San Francisco bistîne.

Li gor agahiyê Rûdawê bidest xistine Hell Luv ji bo “hunermedek serkeftî ye û di nav hunermendan de kesayetek bi bador e” hatiye xelatkirin.

Di festîvalê de hunermenda navdar Hayfa Wehbî jî dê bê xelatkirin.

Festîvala Fîlmên Naneteweyî ya San Francisco cara Yekem di sala 1957ê de dest pê kiribû.

Hersal festîvala San Franciscoyê tê lidarxistin û dê îsal jî 15 rojan bidome û ji zêdetirî 50 welatan derdora 200 fîlman dê bên pêşandan.

Rudaw
Top