• Wednesday, 26 June 2024
logo

Şerê Talîbanê gihişte Kabulê

Gulan Media August 15, 2021 Nûçe
Şerê Talîbanê gihişte Kabulê

Şerê Talîbanê gihişte Kabulê û bi kontirolkirina wîlayeta Meydan Werdek hemû navçeyên ser sînorê Pakistanê xiste bin destê xwe de. Amerîka jî dest bi derxistina dîplomat û welatiyên xwe ji Kabulê kir.

Tevgera Talîbanê bi kontrolkirina Wîlayeta Meydan Werdek hemû navçeyên ser sînorê Pakistanê xiste bin destê xwe de.

Hikûmeta Efganistanê ragihand ku Talîban ji her alî ve dest bi ketina Kabulê kiriye. Li aliyê din Talîbanê ragihan ku ferman ji wan hatiye ku xwe ji tundiyê dûr bixin, û dê  rê bidin sivîlan ku bi ewle derkevin ji bajêr.

Di daxuyaniya vê dawiyê ya Talîbanê de, hat gotin ku ferman daye şervanan ku li derveyî Kabulê bimînin û nekevin bajêr û hikûmeta Efxanî ji ewlehiya Kabul berpirsiyar e heya ku veguhestin çêbibe.

Ligel pêşketina Talîbanê, li nav Kabulê rewşeke tevlîhev û awarte çêbûye. Ji ber kontrolkirina hemû navçeyên sînorî ji aliyê Talîbanê ve, Pakistanê biryar da deriyên xwe yên sînorî li lige Efxanistanê bigre.

Piştî ku Talîban nêzîkî Kabûlê bû, Amerîkayêî dest bi derxistina dîplometkar û welatiyên xwe kir ji wî welatî kir.

Talibanê navendên wîlayetan bi dest dixe

Piştî ku Amerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Efxanistanê bikişîne û hevdîtinên aştiyê yên rêvebiriya Efxan û Talibanê serkeftîn nebûn, êrîşên Talibanê zêde bûn û rêxistin navendên wîlayetên li bakur yek bi yek bi dest dixe.

Talibanê ji hezîranê vir ve piraniya navendên wilayetan bidest xist.

Biryar e Hêzên NATOyê di 11ê Îlona 2021an de ji welêt vekişin. Li gor Peymana Dohayê ya di navbera Amerîka û Talibanê de rêxistinê beriya vê êrîşî navendên wîlayetan nekira. Lê Talibanê êrîşên esmanî yên Amerîkayê hincet nîşan da û dest bi êrîşên navendên wîlayetan kir.

 

Rudaw

Top