• Thursday, 18 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Ev êrîşeke vehişiyaneye

Mesrûr Barzanî: Ev êrîşeke vehişiyaneye

dibêje lazime êrîşkar werin cezakirin.
Derbarê êrîşa Qonyayê de peyamek belav kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa ku duhê bi şev li Qonyayê li dijî malbeteke Kurd pêk hat û di encam de 7 kes hatin kuştin, li ser twitterê peyamek weşand.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî di twitta xwe de nivîsandiye, mixabin di encama êrîşeke vehişiyane de 7 welatiyên Kurd bi awayeke hovane hatine kuştin, ev bûyer me gelek dilgiran kir.

Mesrûr Barzanî bi tundî ev êrîşa han mehkûm kiriye û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye û daxwaz kiriye bilez biker werin dadgehkirin û cezakirin.

Top