• Tuesday, 21 May 2024
logo

Zaxo û Soran bûn îdareyên serbixwe

Zaxo û Soran bûn îdareyên serbixwe

Civata wezîran biryar li ser da.

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 28ê Tîrmeha 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, di mijara yekem de me behsa hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê bo yekxistin û rêkxistina dahatan kir û tekezli ser vê yekê hate kirin ku hikûmeta tevahiya hewlên xwe bo rêkxistina dahatên giştî bi mebesta dabîn kirina mûçeya mûcexorên herêma Kurdistanê ku karê herî lipêş yê hikûmeta herêmê ye, bi tevger kiriye.

Di berdewamiya civînê de Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku armanca serek ji rêkxistin û yekxistina dahatan, xizmet kirina welatiyane û daxwaz ji wezaretan kir bo serxistina prosesa han hevkariya pêwîst pêşkêş bikin.

Di rojeva dudiyan ya civînê de wezîrê tendirostî Saman Berzencî raportek derbarê rewşa tendirostî û zêde bûna berçav ya kesên ku bi Koronayê dikevin û zêde bûna hijmara pêketiyan û miriyan jiber Koronayê û rêkarên rûbirû bûna Korona û pêşî girtin ji belav bûna zêdetir ya Koronayê pêşkêş kir.

Civata wezîran jî tekez li ser cîhbicîh kirina rêkarên xweparêziyê yên ku di civîna dawî ya komîteya rûbirû bûna Koronayê de hatine diyarkirin kir bi awayek ku hevsengî di navbera jiyan û karê welatiyan de parastî be û tendirostiya wan jî li ber çav were girtin.

Civata wezîran rixmî destxweşî kirin li wezareta tendirostî û karmendên tendirostiyê bo hewlên wan yên bo rûbirû bûna Koronayê û piştîvanî kirina projeya hawarhatinê ya tendirostiyê û rêkarên komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê, daxwaz jî ji civaka cîhanî kir daku bo dabîn kirina vaksînê bo şêniyên herêmê, hevkariya herêma Kurdistanê bike.

Di mijara sêsiyan ya civînê de pêşniyar hate kirin ku her du qezayên Soran û Zaxo bibin îdareya serbixwe û me balkêşande ser vê yekê ku Soran û Zaxo du deverên mezin û berfire û girîngin û bûna wan bi îdareya serbixwe karasaniyeke gelek zêde bo şêniyên wan deveran pêşkêş dike.

Di berdewamiya civînê de wezîrê navxwe Rêber Ehmed jî behsa bingehîn qanûnî yên bûn bi îdareya serbixwe bo Soran û Zaxoyê kir û civata wezîran jî biryar li ser ava kirina îdareya serbixwe li Soran û Zaxoyê da û wezareta navxwe û wezaretên din yên têkildar jî hatin pîwerdarkirin daku rêkarên pêwîst yên qanûnî û îdarî bo vê yekê cîhbicîh bikin.

Di mijara çaran ya civînê de giftûgo derbarê ra kirina çekên bêmohlet hate kirin û hate gotin ku ev diyardeya han gelek metirsîdare û lazime bilez dawî pê were anîn û nabe bi ti awayî rê bi hilgirtina çekên bêmohlet were dayîn. Lazime hilgirtin û firotina çekdan bi îzina aliyên têkildar yên fermî be, û çekên ku têne firotin ji lazime ji aliyê wezareta navxwe ve hatibin tomarkirin.

Pişt re wezîrê navxwe proje qanûneke taybet di vê derbarê de pêşkêşkir û balkêşande ser hijmareke zêde pêşniyaran bo dawî anîn bi diyardeya hilgirtina çekên bêmohlet.

Di berdewamiya civînê de wezareta samanên xwezayî û wezaretên din yên têkildar hatin pîwerdarkirin daku dest bi amadekariyên pêwîst yên bo dabîn kirina sûtemeniyê li ser xelkê di demsala zistanê de bikin.

Di dawî de civata wezîran pêşwazî ji encamên gera çaremîn ya diyaloga steratejîkî ya navbera Îraq û Amerîkayê bi armanca pere pêdana têkiliyên hevbeş li ser esasê hevbeşiya steratejîkî di tevahiya warên cîhê girîngiya her du aliyan û herêma Kurdistanê kir.

Top